Banga mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hat kirin
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, ji bo Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku hemû maf û azadiyên ku ji bo Zimanê Kurdî hatibûn bidestxistin, di pêvajoya Rewşa Awarte de ji dest hatine girtin. Li gorî ragihandina Însiyatîfa Pêşvebirina Zimanê Kurdî, ew ê li ser bingeha xwe ya heyî, kar û xebatên xwe bê sazî û dezgeh jî bimeşînin.
Ji ber rasthatina 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, li Diyarbekirê daxuyanî hatin dayîn. Daxuyaniya destpêkê; bi hevpariya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Şaxa Diyarbekirê, Mazûm Der, Jûra Bijîşkên Diyarbekirê û Baroya Diyarbekirê ve hat dayîn.
Di Daxuyaniyê de daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê hat kirin. Daxuyaniyeke din a li ser roja zimên jî ji aliyê Însiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ve hat dayîn. Endamê însiyatîfa pêşvebirina Zimanê Kurdî, Îrfan Babaoglû ku yek ji nivîskarên Kurd e; da zanîn ku ew ê kar û xebatên xwe di bin banê însiyatîfê de li hemû qadan belav bikin.
Endamê Însiyatîfa Zimanê Kurdî nivîskar Îrfan Babaoglû ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo ku raya giştî û kesên desthilatdar fêm bikin, êdî di vê serdemê de ziman nayê qedexekirin. Ev, ne pêkan e. Li ser vê hişmendiyê; bila êdî dest ji qirkirina ziman û çandê berdin, bila dest ji qirkirina mirovên me berdin.”
Însiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî, ji nûnerên saziyên Zimanê Kurdî hatiye damezirandin. Li gorî endamên lijneya însiyatîfê radigihînin, kar û xebatên li saziyên zimên dihatin kirin, hemû li hev hatine civandin û li ser bingeha hemû saziyên ku hatine girtin, kar û xebatên pêşvebirinê bê navber tên domandin.
Hevserokê Pena Kurd Osman Ozçelîk ku Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Civakî bû, bi nasnameya xwe ya nivîskariya Kurd, di nav xebatên zimên de cihê xwe digire. Ozçelîk pêvajoya pêşvebirina xebatên zimên bi van gotinan radigihîne; Ozçelîk ji K24ê re got jî: “Hemû derfetên ku me bi kedeke mezin bi dest xistibûn, dest dane ser. Lê belê ev nayê wê wateyê ku ew ê xebata ziman û çandê raweste. Ji ber ku derfet di destên me de tunebûn, me derfet ava kiribûn, niha îro li ser bingeheke gelek xurt, em ê ziman û çanda xwe bêhtir pêşve bibin. Çiqas astengî hebin, bila hebin, em ê xebatên xwe dewam bikin.”
Li gorî ragihandina nûnerên Zimanê Kurdî yên bakûr, beriya niha her sal di roja 21’ê Sibatê de meş û çalakiyên ji bo mafê perwerdehiya Zimanê Dayîkê dihatin lidarxistin. Nivîskar û nûnerên xebatên Zimanê Kurdî, bang li rayedarên dewletê dikin ku astengiyên li ser zimanê Kurdî rakin û pêşî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî vekin.