Ji bo Altan Tan 38 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji bo Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê, Altan Tan; bi daxwaza 38 salan doz hat vekirin. Doza li hember Altan Tan hatiye vekirin, tê diyarkirin ku li ser 5 sûcên cihê hatiye gilîkirin. Li gorî îdianameya Serdozgeriya Diyarbekirê, Parlementerê HDP’ê dê ji ber piştgirî û pesindayîna Rêxistina PKK’ê were darizandin.

K24 – Diyarbekir

Ji bo Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Altan Tan; bi daxwaza 38 salan doz hat vekirin. Doza li hember Altan Tan hatiye vekirin, tê diyarkirin ku li ser 5 sûcên cihê hatiye gilîkirin. Li gorî îdianameya Serdozgeriya Diyarbekirê, Parlementerê HDP’ê dê ji ber piştgirî û pesindayîna Rêxistina PKK’ê were darizandin.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve ji bo Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Altan Tan hatibû amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Li gorî îdianameya serdozgeriyê, Altan Tan bi piştgiriya Rêxistina PKK’ê tê sûcdarkirin û digel vê jî bi pesindayîn û têkiliyên bi endamên rêxistinê, doz lê hatine vekirin.

Di sernavên ku Altan Tan pê hatiye sûcdarkirin de bûyerên 6 û 7’ê Cotmeha 2014’an jî hene ku li gorî amajeyan wî bi gotinên xwe gel teşwîqê şer kiriye.

Parlementerê HDP’ê Altan Tan, di 28’ê Rêbandana 2017’an de li Diyarbekirê hatibû binçavkirin û piştî kirariyên fermî serbest hatibû berdan. Piştî nerazîbûna serdozgeriya Diyarbekirê, li ser dozên hatine vekirin, ji bo Tan ji 17,5 heta 38,5 salan, cezayê girtîgehê tê xwestin.