Hêzên Iraqî berve firokxaneya Mûsilê diçin

Hêzên Iraqê di operasyona qonaxa kontrolkirina rojavayê Mûsilê de di pêşveçûnê de û gihêştine derdora firokxaneya Mûsilê.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûsil

Hêzên Iraqê di operasyona qonaxa kontrolkirina rojavayê Mûsilê de di pêşveçûnê de û gihêştine derdora firokxaneya Mûsilê.

Peyamnêra K24ê Çîmen Adil li rojavayê Mûsilê ragihand, hêzên Iraqî bo kontrolkirina firokxaneya Mûsilê di pêşveçûnê de ne û tenê yek k.m maye ku derbasî nava firokxaneyê bibin.

Got jî, ji bilî topxaneyên hêzên Iraqî, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî êrîşî baregehên DAIŞê dikin.

Peyamnêra K24ê da zanîn ji, hebûna welatiyên sivîl li navçê, yek ji sedeman e ku pêşveçûnên hêzên Iraqî bi hêdî birêve diçe.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.

Rojavayê Mûsilê ji 35 taxan pêk tê, ku ji sedî 40 ji tevahiya Mûsilê ye û tê pêşbînîkirin 650 hezar kes di wê beşê de di bin destê DAIŞê de dimîne. Heryek ji artêşa Iraqê, Polîsa Federal û Heşda Şeibî beşdarî operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dibin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurd dest pê kir, piştî ku beşeke mezin ji navçeyên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û piştî 3 mehan ji operasyonê Dijetrora Iraqê kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.