Ebûzêd: Bab hate kontrolkirin

Şêwermendê Yasayî yê opozîsyona Sûriyê Osama Ebûzêd ragihand, bajarê Babê bi temamî ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hate kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwermendê Yasayî yê opozîsyona Sûriyê Osama Ebûzêd ragihand, bajarê Babê bi temamî ji aliyê opozîsyona Sûriyê  ve hate kontrolkirin.

Şêwermendê Yasayî yê opozîsyona Sûriyê Osama Ebûzêd li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsiye, bajarê Babê bi temamî ji aliyê opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê ji destê çekarên DAIŞê hate kontrolkirin .

Ev yek di dmekê de ye ku pêr, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, Operasyona Babê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Bajarokê babê 30 k.m dûrî sînorê Tirkiyê ye, bi armanca ferehkirina rûbera kontrola xwe di Sûriyê de û rêgirtin li ber HSDê, artêşa Tirkiyê di roja 24 Tebaxa borî dest bi operasyona Mertala Ferêt kir.