Firokxaneya Mûsilê hate kontrolkirin

Firokxaneya Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve ji destê çekdarên DAIŞê hate kontrolkirin.

K24 – Mûsil

Firokxaneya Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve ji destê çekdarên DAIŞê hate kontrolkirin.

Peyamnêrê K24ê li Mûsilê ragihand, di çarçova operasyona rizgarkirina Mûsilê de, berî bîstekê hêzên Iraqî karîn firokxaneya Mûsilê li rojavayê Mûsilê kontrol bikin.

Peyamnêrê me got jî, berî kontrolkirina firokxaneyê, hêzên Iraqî kargeha şekir ya li nêzîkî firokxaneya Mûsilê jî konrtol kirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.