Mesrûr Barzanî: Rêkeftina siyasî bo Mûsilê girîng e

Şêwirmendê Encûmena Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, piştî operasyona Mûsilê heger rêkeftineke siyasî di navbera aliyên pêwendîdar de neyê kirin, dibe ku ew pirsgirêk û kêşeyên siyasî yên berî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve li bajêr hebûn, careke din serî hildin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Nûnerê taybet yê Almanyayê bo aramiya Rojhilata Navîn Eckhart Bruce de, pêdagirî li ser destpêkirina diyalogeke cidî bo avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên parêzgeha Neynewayê kir. Derbarê çawaniya birêvebirina wî bajarî ji piştî derkirina DAIŞê, Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya hebûna rêkeftineke siyasî hevdem ligel birêveçûna operasyona leşkerî kir.

Dawî pêşhatên siyasî û leşkerî yên Iraqê bi giştî, operasyona rizgarkirina Mûsilê û çawaniya veger û bicihkirina koçberan, tewerên girîng yên hevdîtina di navbera Şêwirmendê Encûmena Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê taybet yê Almanyayê bo aramiya Rojhilata Navîn Eckhart Bruce bûn, ku guftûgo derbarê hewlên dabînkirina aramî, pakirina navçeyên rizgarkirî û veger û bicihkirina koçberan kirin.

Her di vê hevdîtinê de, qehremanî û qurbanîdana Pêşmerg di şerê li dijî teroristên DAIŞê bilind nirxandin û li ser hevkariyên leşkerî yên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê dupat kirin.