Asayîşa Rojava ji Minbicê vekişiya

Rêveberiya Asayîşa Rojava bajar Minbicê radestî hêza Ewlehiya Hundirîn a Minbicê kir, herwiha bi derketina Asayîşa Rojava ji Minbicê bi awayekî fermî tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji Minbicê derketin.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Rêveberiya Asayîşa Rojava bajar Minbicê radestî hêza Ewlehiya Hundirîn a Minbicê kir, herwiha bi derketina Asayîşa Rojava ji Minbicê bi awayekî fermî tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji Minbicê derketin.

Rêveberiya Asayîşa Rojavayê dosya ewlehiya bajarê Minbicê bi awayekî fermî û bi festîvalekê radestî hêza ewlehiya hundirîn a Minbicê ya ku di vê dawiyê de hatibû avakirin kir. Herwiha Rêveberiya Asayîşa Rojavayê tekez kir ku, êdî rola wan di bajarê Minbicê de nema.

Endama Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava Buhar Kobanî ji K24ê re ragihand û got: Ligel birêveçûna operasyona rizgarkirina Minbicê, bi dehan ji xort û keçên Minbicê tevlê Asayişa Rojava bûn, di nava şer de perwedeya asayiê ji wan hate kirin. Asayişa Minbicê roj bi roj xwe berfereh kir.”

Hêza Ewlehiya Hundirîn a nû ji tevahî pêkhateyên bajêr pêk tên, ku hin ji wan nû tevlê bûne û hin ji wan endamê Asayîşa Rojava bûn. Li gor rêveberiya vê hêzê, ku hejmara endamên wan bêhtirî 700 endamî ye û tevahî beşên perwerdeyê dîtine.

Piştî kontrolkirina bajarê Minbicê di 15 Tebaxa 2016 de li ser destên HSD û Encûmana Leşkerî ya Minbicê, HSD ji Minbicê vekişiya, piştre bi hefteyekê jî rêveberiya bajêr xwe bi rengekî xweser ragihand.