Serdana Serok Barzanî dê guhertinên dîrokî bi xwe re bîne

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend xalên girîng serdana Tirkiyê dike. Ev serdan li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve tê şopandin û akademîsyen û siyasetmedar amaje dikin ku, serdana Serok Barzanî dê ji bo guhertinên di Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend xalên girîng serdana Tirkiyê dike. Ev serdan li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve tê şopandin û akademîsyen û siyasetmedar amaje dikin ku, serdana Serok Barzanî dê ji bo guhertinên di Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di demên dawiyê de di qada navneteweyî de hevdîtinên dîplomatîk ên girîng pêk anî. Di vê çarçoveyê de Serok Barzanî serdana Tirkiyeyê jî dike û dê li gel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim hevdîtinên krîtîk pêk bîne. Ev serdan bala siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê jî dikêşe.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek di wê baweriyê de ye ku ji bo li Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê şer û pevçûnên di navbera PKK’ê û Tirkiyê de gur nebin dê Serok Barzanî hewildanên erênî bike. Tek ji K24ê re jî wiha axivî: “Metirsî heye ku bi hatine biharê re şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê dîsa zêde bibin. Bi nêrîna min hatine Kak Mesûd ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê û dubare despêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd e”

Xaleke din a girîng a hevdîtinên Serok Barzanî û Tirkiyê ew e ku, di guhertina hevsengiya rojhilata navîn de rola Kurdistan û Tirkiyê dê were nirxandin. Akademîsyen amaje dikin ku dê bi hatina Trump Amerîka polîtîkayên xwe yên rojhilata navîn biguhere. 

Akademîsyen Necmettîn Pîrînççîoglû dibêje ku Kurdistan û Tirkiye dû şirîkên stratejîk ên girîng in ku dê bandora Îranê li ser welatên kendavê bişkînin. Pîrînççîoglû got jî: “Ev hevdîtin bi nêrîna min dirustkirina stratejiyeke nû ya Rojhilata Navîne. Wê  li dijî Îran û Rusya bi welatên kendavê re tifaqek were avakirin.”

Xala herî girîng a hevdîtinên Serok Barzanî û Tirkiyê mijara serxwebûna Kurdistanê ye, ku ev demeke Serok Barzanî li Ewropayê di vê çarçoveyê de hevdîtinên girîng pêk anî bû û ev yek di nava kurdên cîhanê de jî bi kelecanî tê şopandin.