Opozîsyon: Belgeya De Mistura erênî ye

Serokê şanda opozîsyonê bo danûstandinên Cenêvê Nesir El-Herîrî dibêje, di belgeya De Mistura de hin nîşanên erênî hene û em rêzê li nêrîna wî digirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda opozîsyonê bo danûstandinên Cenêvê Nesir El-Herîrî dibêje, di belgeya De Mistura de hin nîşanên erênî hene û em rêzê li nêrîna wî digirin.

Duh, Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura karnameya danûstandinan pêşkêşî herdu şandan (Rîjîm û Opozîsyona Sûriyê) kir, ku tê de makînizm û proseya siyasî hebûn. Nesir El-Herîrî derbarê belgeya de got, hin nîşanên erênî di warê axaftinan de heye, lê ew li hêviya cîbicîkirna wan e.

Herweha El-Herîrî got jî, li  gor biryara 2254 gerek e prosêseke siyasî li Sûriye were pêkanîn. El-Herîrî got jî: “Li gor me veguhastina siyasî, tê wateya Desteya Desthela Veguhez e”

Di roja yekem ya vê gera Cenêvê herdu şandên rêjîm û opozîsyonê rasterast li hember hev di baregeha Parlementoya Ewropî ya NY li Cenêvê de amade bûn.

Peyamnêrê K24ê li Cenêvê Bergeşt Akereyî da zanîn ku. Îro û sibe ti danûstandin di navbera her şandên opozîsyon û rêjîmê de nayin kirin. Herwiha her şandek bi tena xwe li ser belgeya De Mistura guftûgoyê dike.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê jî kir, De Mistura ji şanda opozîsyonê xwast, ku ligel şanda Maseya Qahîre û Moskoyê lihev bikin, da ku bi yek şandê beşdarî danûstandinan bibin.

Di vê derbarê de, Şêwirmendê Ragihandinê ya şanda opozîsyonê Rêzan Osman ji K24ê re got: “Şeva borî şanda opozîsyonê daxwaz ji De Mistura kir, ku ji her maseyekê (Mosko û Qahîre) 2 kes bêne destnêşankirin, da ku tevlî şanda opozîsyonê bibin.”