Rojnamevan Şîfa Gerdî li Mûsilê şehîd bû

Di dema romalkirina şerê Mûsilê de û ji ber teqîna bombeyeke çandî, Bêjer û Rojnamevan Şîfa Gerdî şehîd bû, herwiha wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema romalkirina şerê Mûsilê de û ji ber teqîna bombeyeke çandî, Bêjer û Rojnamevan Şîfa Gerdî şehîd bû, herwiha wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê Huşmend Sadiq ragihand, di dema tîma rojnamevanan romlkirina şerê DAIŞê li rojavayê Mûsilê dikirin, bombeyeke çandî li nêzîkî tîma televizyona “Rûdaw” teqiya û di encamê de karmenda “Rûdaw” Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû..

Dezgeha Meydaya Kurdistan24 bo ragihandin û lêkolînê serxweşiyê li malbata Şîfa Gerdî û hevkarên wê dike û hêviya saxiyê jî bo birîndaran û tevahiya tîmên medyayî dixwaze.