Wênesaz Ehmed Kîbar: Şerê li Sûriyê êşeke mezin xiste dilê min

Wênesazê penaberê Kurd Ehmed Kîbar ji ber şerê li Sûriyê li Stenbola Tirkiyê tevî zehmetiya jiyanê karê wênesaziyê dike. Penaberê hunermend ji Sûriyê yekem Kurd e ku ji bo beşdariya pêşangehên wêneyê yên li Macarîstan û Misirê hatiye vexwandin. Lê ji ber neçariyê nekariya ku beşdarî pêşangehê bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Wênesazê penaberê Kurd Ehmed Kîbar ji ber şerê li Sûriyê li Stenbola Tirkiyê tevî zehmetiya jiyanê karê wênesaziyê dike. Penaberê hunermend ji Sûriyê yekem Kurd e ku ji bo beşdariya pêşangehên wêneyê yên li Macarîstan û Misirê hatiye vexwandin. Lê ji ber neçariyê nekariya ku beşdarî pêşangehê bibe.

Ehmed Kîbar, xelkê Efrînê ye. Dema 10 salî bû li Helebê dest bi wênesaziyê kiriye. Wênesaz Ehmed Kîbar li ser hunera xwe ji K24ê re axivî û got: “Piştî şerê li Sûriyê rû da êşeke mezin ket dilê min û min xwest ez ji bo mirovahî karekî bikim, ku bila herkes ji vî şerî hayîdar bibe. Ji loma jî min dest bi wênesaziyê kir û li ser tabloyan behsa trajediya şerê welatê xwe dikim.”

Ehmed Kîbarê wênesaz ku êşa welatê xwe bi rêya wêneyan nîşan dide, yekem Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye ku ji Vienna û ji Qahîrê bo beşdariya pêşangeha wêneyan a navneteweyî jê re vexwendname hatiye şandin. Lê ji ber bêderfetiyê nekariya beşdarî pêşangehên navneteweyî bibe.

Ehmed Kîbar dibêje: “Ji Viennaya Macarîstanê bo pêşangeheke navneteweyî ku tê de hunermendên cîhanî beşdar dibin gazî min kirin. Tabloyên min ecibandin. Lê ji ber ku derfeta min tunebû min nekariya ku biçim pêşangehê. Weke din ji Misirê jî bo pêşangeheke wiha bang li min kirin lê mixabin bji ber bêderfetiyê min nekarî ku biçim wir jî. Çimkî ez penaber im di nav neçariyê de jiyana xwe didomînim.”

Hunermendê Kurd, li Stenbolê, digel çend wênesazên wekî wî penaber pêşangeha wêneyan jî vekiriye. Di nav wêneyan de yek wêneya balkêş jî wêneya Alan Kurdî ye ku dema rêwitiya ber bi Ewropayê ve li deryayê xeniqîbû.

Herwiha Wênesaz Ehmed Kîbar didomîne: “Gelek Kurdên me hene ku pir şareza ne, ya hunermend e ya mamoste ne, ya wênesaz e ya alim e lê zanetiya xwe pir pêş nexistine û feyde li miletê xwe nekirine.”

Wekî wênesaz Ehmed Kîbar, gelek hunermendên Kurd hene ku di warê hunerî de karên gelekî serkeftî kirine û tekane hêviya wan jî ew e ku; ev huner û berhemên wan yên Kurdewar, ne li ser navê welatekî biyanî lê li ser navê Kurdistanê li cîhanê berbelav bibin û werin nasîn.