Êrîşa Humsê giraniya xwe dide ser Cenêvê

K24 – Navenda Nûçeyan
NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura û piştî teqîna duh ya li bajarê Humsê rû daye got, ew êrîş hewlek bû, bo alozkirina danûstandinên Cenêvê, divê jî her aliyek jî ku dixwaze şerê terorê bike, nehêle ev hewl biser bikevin.
Duh, li bajarê Humsê, 3 kesên xwekuj xwe li ber avahiya Ewlehiya Leşkerî teqandin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, ku Serokê wê dezgehê jî di nav kuştiyan de bû.
Serokê şanda rêjîmê Beşar Ceferî ji rojnamevanan re ragihand ku, wî daxwaz ji De Mistura kiriye, daxuyaniyeke şermezariyê derbarê êrîşa li Humsê belav bike. Ceferî got jî: “Her kesê wê êrîşê şermezar neke, emê wan wek hevkarê terorê bêjmêrin.”
Di heman demê de Ceferî vekişandina ji danûstandinan dûr dît, lê amaje bi wê yekê kir, hin kesên di civîna destpêkê ya Cenêvê de rû bi rû civiya ne, piştgîriya terorê dikin.
Ji aliyê xwe ve, duh endama Desteya Bilind ya Danûstandinan Besme Qedmanî ragihandibû, ku grûpên piştgîriya danûstandinan dikin, bi agirbestê pabend in.
Herwiha Serokê şanda opozîsyonê Nesir El-Herîrî jî êrîşa li Humsê şermezar kir û got: “Em hemû karên teroristî şermezar dikin.”
Herwiha Herîrî got: “Em hatine Cenêvê da ku aramiyê ji xelkê xwe re dabîn bikin, duh bi erênî me raman û boçûnên De mistora gtftûgo kirin, da ku bi baştrîn şêwe bighên qonaxa veguhestina siyasî, lê herdem aliyek heye vê proseyê bi teqîn û topbarankirinê aloz dike.”
Di roja yekem ya vê gera Cenêvê 23 vê mehê de, herdu şandên rêjîm û opozîsyonê rasterast li hember hev di baregeha Parlementoya Ewropî ya NY li Cenêvê de amade bûn.