Elûş: Rêjîm veguhastina siyasî gotûbêj nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Şanda opozîsyona Sûriyê ya bo danûstandinên Cenêvê Mihemed Elûş dibêje, danûstandinên rastî dest pê nekiriye, ji ber ku rêjîm dixwaze ji pirsa veguhastina siyasî bidûr bikeve.
Serokê grûpa Ceyş El-Îslam û endamê Şanda opozîsyona Sûriyê ya bo danûstandinên Cenêvê Mihemed Elûş ji K24ê re got: “Heta niha danûstandinên Cenêvê ligel şanda rêjîmê dest pê ne nekiriye, danûstandin jî dest pê nakin, ji ber ku heta niha rêjîma Sûriyê bi awayekî plankirî dibistan, mizgeft û sivîlan dike armanc.”
Elûş got: “Şanda opozîsyonê yekgirtî ye, di nava şandê de ji hemû pêkhateyan hene, ji maseya Mosko û Qahîre jî hene, lê wek nûner dê hebin û nabe hemû endam beşdarî Komîta Danûstandinan bibe.”
Herwiha Elûş tekez kir, danûstandinên rastî dest pê nekiriye, ji ber ku rêjîm dixwaze pirsa jinavbirina terorê gotûbêj bike û ji pirsa veguhastina siyasî bidûr dikeve û bi tenê çareseriya leşkerî li Sûriyê dibîne.
Derbarê pirsa Kurdî û pêşeroja Kurd li Sûriyê de Elûş got: “Di Sûryeya pêşerojê de bi awayekî dadwerane mafê hemû pêkhatiyan û mafê welatbûnê dê tî de hebe. Hemû pêkhate dê mafên xwe yên çandî û zimên werbigirin, ev yek dê bê gerentî kirin.”
Li ser pirsa federalîzmbûn wek çareseriyek ji Sûriyeya pêşerojê re Elûş got. “Her çareseriyek yan dîtinek ji pêşerojê re çê bibe, ji mafê gelê Sûriyê, ne ji mafê van şandên ku hatine danûstandinan bikin e. kengî ji vî tawanbarî bidawî bûn, dikarin bi her aliyekî danûstandinê bikin.”
Elûş amaje bi rola Îranê li Sûriyê kir, ku Îran tenê çareseriya leşkerî li Sûriyê dipejrîne, herwiha Îran ketiye Sûriyê da serweriya wê bidize. Îran welatekî dagîrker e û dibîne ku rêjîmê nikare Sûriyê birêve bibe û berjewendiyên xwe pêk tîne.
Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura de berî du roja karnameyek radestî şanda opozîsyon û rêjîmê kiribû, di wê derbarê de Elûş got: “Gelek bîr û nêrîn di belgeya De Mistura de hene, ew nexşerêyeke bo birêvebirina danûstandinan û heta niha me li ser wê jî lihev nekiriye, lê danûstandin berdewam in.”