Şanda opozîsyonê belgeya De Mistura pejirand

Opozîsyona Sûriyê li ser belgeya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura erê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê li ser belgeya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura erê kir.

Endamê Kurd di komîta Danûstandinên Cenêvê de Ebdilhekîm Beşar li Cenêvê ji K24ê re ragihand, şanda opozîsyonê li ser belgeya De Mistura erê kir û dê îro jî ligel Serokê Platforma Moskoyê Qedrî Cemîl bicivin.

Şanda opozîsyonê ku ji Platforma Riyadê û grûpên çekdar yên li ser rêkeftina agirbesta li Sûriyê îmze kirine pêk tê, di vê gerê hate xwastin ku nûnerên Platforma Mosko û Platforma Qahîre jî tevlî şanda opozîsyonê bibin.

Di roja yekem ya gera çaremîn ya danûstandinên Cenêvê de Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura belgeyek pêşniyaran radestî herdu şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê kiribû, tê de nexşerêyek bo destpêkirina danûstandinan, qonaxa veguhastina siyas û encamdana hilbijartinan hebûn.  

Gera çaremîn ya Cenêvê roja 23 vê mehê dest pê kir, herdu şandên rêjîm û opozîsyonê rasterast li hember hev di baregeha Parlementoya Ewropî ya NY li Cenêvê de amade bûn.