Li hember gotinên Çolaşan doz hat vekirin

Ji ber nivîsa qunciknivîsarê Rojnameya Sozcuyê yê bi navê Emîn Çolaşan ku sivikî bi şexsê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û li Ala Kurdistanê kiribû; Parêzerê Şirnexê Elî Bayram lê gilî kir û bi sedema ku bi gotin û heqaretên giran, kîn û buxdê dike nav gelan ji bo Çolaşan daxwaza cezakirinê li dadgeha Enqerê kir.

K24 – Diyarbekir

Ji ber nivîsa qunciknivîsarê Rojnameya Sozcuyê yê bi navê Emîn Çolaşan ku sivikî bi şexsê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û li Ala Kurdistanê kiribû; Parêzerê Şirnexê Elî Bayram lê gilî kir û bi sedema ku bi gotin û heqaretên giran, kîn û buxdê dike nav gelan ji bo Çolaşan daxwaza cezakirinê li dadgeha Enqerê kir.

Di daxwaznameya bangewaziya sûcî de ku li hember Emîn Çolaşan hat vekirin de; hat ragihandin ku Emîn Çolaşan, di şexsê Mesûd Barzanî de heqaretê li Kurdên Tirkiyeyê (Bakur) kiriye, Kurdan biçûk dîtiye û bi awayekî vekirî gel teşwîqê kîn û dijminahiyê kiriye. Parêzer Elî Bayram di derbarê Çolaşan de li gorî fikrayên 1,2 û 4’an ên xala 125’emîn a Zagona Tirk a Cezayê û di bin navê heman zagonê de li gorî fikrayên 1 û 2’yemîn ên Zagona 216’emîn a Zagona Tirk a Cezayê; daxwaza vekirina doza giştî kir.

Di daxwaznameya sivikî, zimanekî cudakarî de hat diyarkirin ku: “Emîn Çolaşan ê gumanbar, bi sernivîsa xwe ya; ‘Ev zilamê adî dîsa li Tirkiyeyê ye’ gotin û heqaretên ku rûmet û rêzdariya Kurdên li Tirkiyeyê birûxîne ragihandine û şêwazeke berbiçav a cudakariyê bi kar aniye. Gumanbar kîn û hêrsa xwe ya li hember Kurdan, di şexsê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de bi teşe kiriye û xwe ji heqareta rasterast a li hember hemû Kurdên Tirkiyeyê dûr nexistiye. Lewra gumanbar di nivîsa xwe de bi gotinên: ‘Ew nemerd û adiyê bi navê Barzanî’ di bingeha xwe de bi awayekî eşkere gotin bi ser Kurdên Tirkiyeyê de dişîne. ” Di daxwaznameyê de hat gotin ku Çolaşan bi vê nivîsa xwe kîn û hêrsa xwe bi ser Kurdan de vereşiyaye û bi van gotinên xwe yên nijadperest li dijî exlaqê rojnamegeriyê tevgeriyaye.

Di daxwaznameya bi sernavê; êrîşên lı hember destkeftiyên Kurdan de wiha hat gotin: “Gumanbar, li hember şexsê Birêz Barzanî bi bikaranîna hevoka ‘Çawa dibe ku Dewleta Komara Tirkiyeyê ji bo wî kujerî nêzîkahiya serokê dewletekê dike, çawa paçika wî ber bi asîmên ve hildikêşe’ di rastiyê de nirxên ku nûnertiya Kurdan dike, biçûk dîtiye û car din ji heqaretên di şexsê rêberekî ku ji aliyê Kurdan ve xwedî nirx û girîngiyê ye jî paşve nemaye. Di nivîsa gumanbar de diyardeyên wekî: ‘Ev zilamê nemerd, ev kujerê ku du quriş nake, kujerê nemerd’ ku bi caran dubare kirine, divê wekî êrîşeke vekirî ya li hember şexsiyet û nirxên Gelê Kurd were nirxandin.”