Hereketa Azadî bêrêziya li hember Ala Rengîn qebûl nake

Bertekên li hember siviktiya li ser Alaya Kurdistanê didomin. Bertekek jî ji Hereketa Azadî hat û bi daxuyaniyekê gotinên kirêt ên li ser Alaya Kurdistanê hatin şermezar kirin. Li ser navê Hereketa Azadî Muhyeddîn Batmanli amaje kir ku, ew qebûl nakin li dijî nirxên wan ên neteweyî siviktî were kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hereketa Azadî ku rêxistineke Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ye bi daxuyaniyeke çapemeniyê heqaretên li hember Alaya Kurdistanê şermezar kir. Li ser navê hereketa Azadî Muhyeddîn Batmanli got ku ew bang li wan kesan dikin ku siviktî li Alaya Kurdistanê kirina bila hay ji gotinên xwe hebin û xelkê Kurd vê bê edebîye qebul nake.

Muhyeddîn Batmanli bang li Devlet Bahçelî jî kir û amaje kir ku, bila Bahçelî li dîrokê binere û bibîne ku xelkê Kurdan di warê îslamiyetê de çiqas xizmet ji Tirkan re kiriye. Ji ber vê yeke Muhyeddîn Batmanli anî ziman ku pêwîst e Bahçelî li hember nirxên Kurdan rêzê bigire.