Peşangeheke bi navê “Mirovên Koçber” tê pêşandan

Li Stenbolê peşangeheke bi navê Mirovên Koçber tê pêşandan ku di vê pêşangehê de bi taybetî jiyana penaberên Kurd yên ji Bakûrê Kurdistanê berev Stenbolê ve koçberbûne tê nîşandan. Xwediyê pêşangehê Suzan Pektaş jî bi eslê xwe ji Bulxarîstanê penaber bûye û ji ber vê jî wê xwestiye ku li ser penaberan xebateke bi vî awayî çêbike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê peşangeheke bi navê Mirovên Koçber tê pêşandan ku di vê pêşangehê de bi taybetî jiyana penaberên Kurd yên ji Bakûrê Kurdistanê berev Stenbolê ve koçberbûne tê nîşandan. Xwediyê pêşangehê Suzan Pektaş jî bi eslê xwe ji Bulxarîstanê penaber bûye û ji ber vê jî wê xwestiye ku li ser penaberan xebateke bi vî awayî çêbike.

Suzan Pektaş ji Bulgarîstanê ye û di sala 1989ê de ji Bulxarîstanê penaber buye û hatiye Stenbolê. Ji ber vê jî di jiyana xwe de wê hertim bi penaberan re pêwendiyeke hestyar daniye. Û bi vê peşangeha xwe jî xwestiye ku jiyana penaberên ji Bakurê Kurdistanê hatine û li navçeya Stenbolê ya ku bi giştî wekî cihekî metirsîdar tê zanîn anku li Tarlabaşiyê dijîn bi wêneyan nîşan bide. Peşangeha bi navê "Göç Sakinleri" anku "Mirovên Koçber" li Stenbolê hat pêşandan.

Wênegir Suzan Pektaş ji K24ê re wiha axivî: "Di serî de min xwest ez van mirovên koçber bi nasim û guh bidim çîrokên wan lê helbet ev yek ne hêsan bû. Ev der wekî cihekî metirsîdar û ne ewle tê zanîn û derbarê mirovên li wir dijîn de jî bi heman awayî difikirin. Lê bi demê re min dît bi eslê xwe ew jî wekî me bi derd û kederên jiyanê mijûl in." 

Ji ber ku Tarlabaşi cihekî metirsîdar û ne ewle ye Pektaş, di despêka xebata xwe de rastî gelek zehmetiyan jî hatiye.

Pektaş amaje kir ku; herî zêde jiyana Kurdên bakûrê Kurdistanê bala wê kişandiyê. Ji ber ku ew ji ber sedemên siyasî û aborî neçar mane ku ji cih û warên xwe veqetin.

Wênegir Suzan Pektaş dibêje: “Pêşî gotin qey ez polîs yan jî sîxurekim. Carinan ketin pey min û wêneyên min girtî jê birin. A rastî mafdar bûn ji ber ku di tirsiyan, lê bi demê re me hevdu naskir. Ew bi taybetî piştî salên 90î ji ber sedema bûyerên siyasî û aborî berev vir ve koçber bûne. Belkî bi hêviya jiyaneke baştir hatin lê mixabin ka ji ber çi penaber bûne ew arîşe hemû li vir jî derketine pêşberî wan. Lê ya herî girîng, ew êdî ji welatê xwe jî dûr in û bi hesreta welatê xwe neçarin ku li xerîbiyê bijîn.”

Serdanvan Murat Ekîcî jî li ser pêşangehê got: "Gava  mirov li wêneyan dinêre mirov tê digehije ka ew kesên penaber ji ber çi penaber bûne û herwiha niha di nav rewşeke çawa de ne. Bi rastî jî ev wêne gelekî kartêker in."

Pektaş di dema xebata xwe de di gel zarokan wêne jî xêz kiriye û di pêşangehê de wan wêneyan jî nîşan dide. Peşangeh, dê heta 16ê Adarê bo hûnerhezan vekirî be.