Li Qamişlo hin navendên partiyên ENKSê rastî êrîşan hatin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Qamişlo hin navend û baregehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de kete ber êrîşan û hin baregeh hatin şewitandin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Qamişlo, îro grûpekê êrîşî baregeha Partiya yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) kir û baregeh şewitandin.
Herwiha li Dirbasiyê jî baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) rastî êrîşê hat û kelûpelên di hundirê wê de şikandin.
Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn ku, baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) jî hatiye dorpêçkirin.
Îro înê 3ê Adara 2017ê, li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera Pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket
Şer li rêbendeke Komlegeha Xanesorê ku ser bi bajarokê Sinûnê ve derket û di encamê de şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên din ên YBŞê jî birîndar bûn.
Ji bo asayîkirina rewşa Xanesorê, berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandeyên PKKê bi hev re civiyan.