Hesen Salih: Bi şewitandina nivîsgehan, vîna gel naşike
K24 – Qamişlo
Cîgirê Serokê Partiya Yekîtî Kurdî Li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih derbarê şewatandina nivîsîngeha wan li bajarê Qamişlo ji K24ê de diyar kir ku, pêwiste PYD dev ji van kiryaran berde û vegere projeya netewî ya Kurdî.
Hesen Salih da zanîn ku, şewata nivîsîngeha wan armanc jê ew e ku vîna gelê Kurd bişewtiînin, ev yek jî nakeve berjewendiya Kurd.
Herwiha Cîgirê Serokê PYKS Hesen Salih got, pêwist e em rê nedin şerê birakujiyê û şerê liser ragihandinê jî bête rawestandin.
Îro. li Qamişlo hin navend û baregehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de kete ber êrîşan û hin baregeh jî hatin şewitandin.