Serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehman Apo hate binçavkirin

Asayişa Efrînê careke din endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo û endamê Komîta Herêmê ya heman partiyê binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê careke din endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo û endamê Komîta Herêmê ya heman partiyê binçav dike.

Li Efrînê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Îro demjimêr 3:00 ber destê sibê, hêzeke Asayişa Rojava bi ser mala endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo de girt û ew binçav kirin û berve cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha di daxuyaniya PDK-Sê de hat, li navçeya Bilbilê, asayişa Efrînê endamê Komîta Herêmê yê heman partiyê Ednan Îbrahîm Cabo binçav kirin.

PDK-Sê ragihand, ev kiryarên girtin û binçavkirina endamên PDK-Sê nakeve berjewendiya Kurd û saxî û xweşiya Ebdilrehman Apo û Ednan Îbrahîm Cabo xwe xiste stûyê Rêveberiya Xweser.

Herwiha PDK-Sê daxwaza azadkirina hemû endamên xwe di girtîgehên Rêveberiya Xweser kir, di nava wan de jî Ehmed Sîdo û Îdrîs Elo yên ku ji sala 2013an ve li cem desthilatên Rêveberiya Xweser girtî ne.

Ev ne careke yekem e ku endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Ebdilrehman Apo ji aliyê Asayişa Rojava ve tê girtin, berê di 8 Îlona 2013an ta 2 Çileya 2014an 4 mehan hatibû binçavkirin, di 4ê Adara 2016an ta 21 Tîrmeha 201an 4 mehan hatibû binçavkirin.