Tirkmenên Kurdistanê bersiva Bahçelî didin

Tirkmenên li Kurdistanê ji ber daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî û rojnamevan Emîn Çolaşan ko bêrêzî li Ala Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribûn, dilgiran in. Tirkmen dibêjin daxuyaniyên Devlet Bahçelî bandorek neyînî li ser pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiyê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkmenên li Kurdistanê ji ber daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî  û rojnamevan Emîn Çolaşan ko bêrêzî li Ala Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribûn, dilgiran in. Tirkmen dibêjin daxuyaniyên Devlet Bahçelî bandorek neyînî li ser pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiyê dike.

Daxuyaniyên bêrêz yên Serokê MHPê Devlet Bahçelî  û rojnamevan Emîn Çolaşan ên li hemberî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî  Tirkmenên başûrê Kurdistanê dilgiran dike. Parlementerê Kurdistanê û Endamê Polîtbûroya Eniya Tirkmenan Aydin Maruf diyar kir ku, daxuyaniyên wekî yên Devlet Bahçelî û Emîn Çolaşan bandorek xirab li ser  pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiyê çêdike û  ew dilgiran dibin.

Endamê Polîtboroya Partiya Çaksaziya Tirkmenan û Parlementera Kurdistanê Muna Kahvecî jî got, Dewlet Bahçelî û Emîn Çolaşan bi axaftinên xwe yên neşîrîn, Barzanî û Ala Kurdistanê kêm nekirine, wan xwe neşîrîn kirine.

Serokê Partiya Geşedanê ya Tirkmenan Muhammet Sadettîn Îlhanli jî li ser twêta Devlet Bahçelî got, Barzanî ti carî zilm wan nekiriye û berevajî vê yekê piştgiriya Tirkmenan kiriye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hefteya borî serdana Tirkiyê kiribû. Di wê serdanê de li firokxaneya Atatûrkê Ala Kurdistanê hatibû bilindkirin. Li ser vê yekê rojnamevan Emîn Çolaşan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî bêrêzî li Ala Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribûn.

Bahçelî herwiha iddia kiribû ku, Barzanî xwîn ji kezeba Tirkmenan tîne. Lê Tirkmenên Kurdistanê daxuyaniya Bahçelî red kirin.