4 leşkerên Tirk li rojavayê Minbicê birîndar bûn

Li Rojavayê Kurdistanê devera di navbera Bab û Minbicê de 4 leşkerên Artêşa Tirk birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê devera di navbera Bab û Minbicê de 4 leşkerên Artêşa Tirk birîndar bûn.

Li gor Medyaya Tirkiyê, 4 çawîşên pispor ku di çarçoveya operasyona Babê de li devera Minbic û Babê hatibûn bicihkirin, bûn armanca êrişên hewanê.

Hat ragehandin, êrîş ji sengerên HSDê hatiye kirin û piştî vê hêzên çekdarên Tirkiyê, baregehên HSDê yên devera Minbicê topbaran kirine.

Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, ku ewê ji piştî Babê bikevin Minbicê. Roja 1 Adarê jî grûpên Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin.