Serokê Amerîka nameyek bo Serok Barzanî birê kir

Nameyek ji Serokê Amerîka Donald Trump gihêşt Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Tê de Trump tekezî li ser hevkarî û şeraketa di navbera her du aliyan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nameyek ji Serokê Amerîka Donald Trump gihêşt Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Tê de Trump tekezî li ser hevkarî û şeraketa di navbera her du aliyan kiriye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, di nameyekê de ji bo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hevkarî û şeraketa di navbera her dû aliyan kiriye û ragihandiye ku bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bibîn.”

Herwiha belav kiriye, “Di vê nameyê de, Serokê Amerîka spasî Serok Barzanî kiriye ku di dema hilbijartinê da wekî Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, nameya pîrozbahiyê şandiye û tekez kiriye ku her çende gefên zêde li rêya me de hene, lê belê bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bîn û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzîn û aştî û aramî û geşbûnê dabîn bikîn.”