Balyozê YE: Em hevxemê Kurd in

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê ragihand, Yekîtiya Ewropa hevxemê Kurd e li Rojhilata Navîn.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê ragihand, Yekîtiya Ewropa hevxemê Kurd e li Rojhilata Navîn.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Patrick Simunek di hevdîtinekê ligel K24ê de ragihand, Yekîtiya Ewropa hevxemê Kurd e li Rojhilata Navîn. Heta niha Yekîtiya Ewropa Roleke wê ya baş di warê alîkariya mirovî de hebû.”

Simunek got jî: “Spasiya Yekîtiya Ewropa digihînin Kurd, bo mêvandarî û giyanê hevkariyê yê ku pêşkêşî koçberên Mûsilê kiriye.”

Simunek diyar kir, Yekîtiya Ewropa dixwaze hevkariyên mirovî berdewam be bo koçber û penaberên li Kurdistanê û navçeyên din. Di wî warî de jî Yekîtiya Ewropa mijûlî nûjenkirina nexweşxaneyan e û dixwazin rahênanê bi tîmên tenduristî û bijîşkî bikin.”

Simunek gor jî: “Em gelekî girîngiyê didin Kurdistanê, ji ber Kurdistanê qurbaniyeke mezin daye, bo rizgarkirina xelkê û alîkariya bi wan re. sala borî karesateke mirovî rû da, spas ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku hevxemê xelkê bûn.”

Simunek aşkere kir, ku Yekîtiya Ewropya 42 milyon Euro bo hevkariyên mirovî terxan kiribû, ji wê jî ji 18 jî bo Kurdistanê hatibû terxankirin. Herwiha berdewam jî dibin bi hevkariyan.