Pêşverû: Ciwanên Şoreşger bi kêran êrîş kir

Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd l Sûriyê (PDPKS) di daxuyaniyekê de ragihand, grûpekê ji rêxistina “Ciwanên Şoreşger” êrîşî baregeha wê li bajarokê Dirbêsiyê kirin û piştre jî bi kêran êrîşî 2 kesan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di daxuyaniyekê de ragihand, grûpekê ji rêxistina “Ciwanên Şoreşger” êrîşî baregeha wê li bajarokê Dirbêsiyê kirin û piştre jî bi kêran êrîşî 2 kesan kirin.

Polîtbîroya PDPKSê di daxuyaniyekê de ragihand, duh dema wê partiyê ahenga roja 8 Adarê lidar dixist, grûpekê ji Ciwanên Şoreşger êrîşî baregeha wan kirin.

PDPKSê da zanîn, dema hêzên asayişê rê nedan wan ku wê grûpê derbasî baregehê bibe, wê grûpê êrîşî mala Dr. Xalid Deham kirin û bi kêran li wî û mêvanê wî Xalid Zêbur dan.

PDPKSê ev kiriyarên ne berpirsyar şermezar kir û ragihand, armanca wan êrîşan qedexekirina karê partiyan û çalakiyên wan e.

Herwiha PDPKSê amaje bi kiriyarên êrîşên li ser baregehên partiyan û şewitandina wan kir, ku ew ne ji rawiştên civaka Kurdî ne.

Tê zanîn, ji roja 3 Adarê ve, Baregeh û navendên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd (PYKS) li Qamişlo, Dêrik, Serê Kaniyê Dirbêsiyê û deverên din rastî êrîşan tên û hin wan jî hatin şewitandin.

Herwiha bi dehan jî endam û serkirdeyên ENKS, PDK-S û PYKSê hatine binçavkirin.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye, her car jî ew êrîşî baregeh û çalakiyên partiyên Kurdî yên ne di Rêveberiya Xweser de, dike.