Barzanî û McGurk rewşa Mûsilê piştî DAIŞê gotûbêj dikin

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

Brett MacGurk, ku nûnerê Donald Trump di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, duh di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê behsa dawî pêşhat û guhartinên di rewşa siyasî ya Iraq û şerê li dijî DAIŞê kir û ragihand, “Sibe li Hewlêrê bi birêz Barzanî re dicivim.” Got jî: “Hefteya bê jî Heyder Ebadî û Donald Trump dicivin.”

Peyamnêrê K24ê Azar Ehmed ragihand, biryar e di çend demjimêrên bê de civîna di navbera Serok Barzanî û McGurk dest pê bike.

Got jî: “Di civînê de çend pirsên girîng tên guftûgokirin, wek dawî rewşa meydanî ya şerê DAIŞê û pêşveçûnên hêzên Iraqî li Mûsilê, jiyan û xizmeta koçberan.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, tiştê ji civînên berê cuda, Barzanî û McGurk bi hûrî rewşa Mûsilê ji piştî DAIŞê gotûbêj dikin.”