K24, li Babê derbasî nava hêzeke artêşa Sûriyê dibe

Hêzên rêjîma Sûriyê li gundên rojhilatê bajarê Babê belav dibe û di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Mertala Ferêt de bicih dibe. Di helwestekê ku cara yekemîn di krîza Sûriyê de çê dibe peyamnêrê K24ê derbasî xalekê ji xalên rêjîma Sûriyê bû û bi wan leşkeran re hevdîtin kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Rojhilatê Babê

Hêzên rêjîma Sûriyê li gundên rojhilatê bajarê Babê belav dibe û di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Mertala Ferêt de bicih dibe. Di helwestekê ku cara yekemîn di krîza Sûriyê de çê dibe peyamnêrê K24ê derbasî xalekê ji xalên rêjîma Sûriyê bû û bi wan leşkeran re hevdîtin kirin.

Gundê Hemîra, yek ji gundên ku Encûmana Leşkerî ya Minbicê radestî hêza rêjîma Sûriyê kiriye. Efserê vê girûpa rêjîmê tekez dike ku ew bi Encûmana Minbicê re rêkeftinek pêk aniye, li gor wê jî hêzeke parastinê di navbara Encûmana Leşkerî ya Minbicê û Mertala Ferêt de derbasî 6 gundên girêdayî bajarê Babê bûn. Niha jî ew parastinê dikin.

Serleşkerê di hêza rêjîma Sûriyê de Mulazim Mihemed Selheb ji K24ê re axivî û got: “Em li vir tenê parastina sînor dikin. Em wek artêşa Sûriyê li ser van gundan hatine belavkirin, tenê bo cibicîkirina agirbestê. Tevî ku ji aliyê hin aliyan ve jî hatiye binpêkirin, em pabend in ku em bersiva wan nedin.”  

Berî demekê şer û pevçûnên giran li vê deverê di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzan Mertala Ferêt de bi piştgiriya Tirkiyê rû dan. Lê piştî ku hêza rêjîma Sûriyê kete van xalan de, êdî Mertala Ferêt êrîşên xwe rawstandin. Ew jî piştî ku di roja yekemîn de 6 leşkerên rêjîmê di êrîşekê de hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Alikarê serbazî ye rêjîmê Samêr Mahla jî ji K24ê re wiha axivî: “Rewşa eniyan niha aram e. hebûna me li vir bo em van deveran ji DAIŞê rizgar bikin. Niha rewş baş e û ti pirsgirêk nînin. Me dever bi temamî kontrol kiriye.”

Di sala şeşmîn de ji krîza Sûriyê, rejîma Sûriyê vedgere wan deverên ku jidest dabûn û hêzên xwe lê bicih dike û hin caran jî dibe navbênkar di navbera hin hêzan de.