Dengê Hizrên Min: XWENASÎN

Kurd24

Cemal Batun

 

Pirsa xwenasînê / nasnameyê, di raya giştî ya Kurd de, ji ber nebûna strukturên (avahiyên, sîstemên), ku dîrok û hebûnên hêjayiyên nav wê dîroka me (ji kesayetiya Kurd re) eşkere û diyar bibin, rastî gelek arîşeyan hatiye.

Nebûna wan strukturan (ji perwerdeyî bigre, heta hurgiliyên dîrokî, nasîna nirxên civatî, nirxên çandî, kesayetiyên diyar ên neteweyî, sembolên civatî, neteweyî û h w d), di raya giştî ya Kurd bi xwe de, di destê yekem de bi egera nebûna dewleta Kurd, hizr û ramanên cuda û lawaz di nav civata me de rûniştandin e.

*****

Di babeta xwenasînê de, du faktorên girîng bandorek gelek neyênî li kesayetiya Kurd kiriye. Ya yekem: faktora navxweyî, ku di bin fişara bandorên ideolojik, ne Kurdan e de, ji rastiya civat, gel û neteweyê xwe dûrketin. Ya duyem: faktora welatên serdest / dagîrker ên Kurdistanê, ku hemû hewl bi plan û stratejiyên curbecur xwestine xwenasîna Kurd qels bikin, lawaz bikin û ji holê rakin!

Li Bakurê Kurdistanê bandora her du faktoran bi awayek gelek neyênî tesîr li xwenasîna Kurd, doza Kurd kiriye. Heta roja me ya îro, bi mixabiniyek mezin, dikarin ew fikr û raman bigihin radeyekî, ku bawer bikin Kurd, bi destê rêxistinek a di sala 1978an de hatî avakirin, xwenasîna Kurd li Bakur dest pê kiriye (!) Ewê rêxistinê bi xwe, bi hemû awayî hewl daye, ku kesayetiya Kurd biçûk bixe, zimanê Kurd biçûk bixe, doza Kurd biçûk bixe, mafên rewa yên neteweyê Kurd biçûk bixe.

Ewê rêxistinê ango PKK, Tirk wekî birêvebir, di nunerîtî kirin ji bo pirsa Kurd bi xwe dan e pêş, ên ku xebatek gelek neyênî pêkanîne. Heta weha kirin e, ku doza rewa ya Kurd, birînek kur bixwe. Nimuneyên wan jî pirr in: Dogu Perinçek, Yalçin Kuçuk, Mihri Belli, Nursel Aydogan, Sirri Surreya Onder û gelekên din, bi destê PKK li pêş Kurdan hatin bicîhkirin. Perinçek û Kuçuk, wekî ideolog ên vê rêxistinê hatin pejirandin(!)

Gelekên caran, birêvebirên PKK, di destê yekem de Abdullah Ocalan rêberê PKK, zimanê Kurdî wekî zimanek ne girîng lidar xistiye û gotiye, ku 40 salan jî, di nav statuyên Kurdî de, tirkî wekî zimanê fermî dikare bête bikaranîn. Ji xwe, zimanê fermî yê vê rêxistinê bi xwe: zimanê tirkî hatiye bikar anîn. Alîgirên vê rêxistinê yên ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xwe, di dema birêxistinîbûna xwe de zimanê tirkî fêrbûn e û ew ziman bikar anîne.

Nirxên Kurdan, sembolên Kurdan, Ala Kurdan hatine dejenere kirin, ji aliyê vê rêxistinê ve bûne cîhê êrîşan. 

Welatê Kurdistanê hatiye biçûk xistin. Birêvebirên PKK û hawîrdora wê, bi xwe gotin e: rêzê li dewletên, serweriyên dagîrkerên Kurdistanê bi xwe dikin (rêz li serweriya Suriye, Iran, Iraq û Tirkiye bi xwe). Al ên van welatan bi destên xwe bilind kirin e. Heman demê, bi gotinên dijminane êrîşî mafê serxwebûna Kurdistanê kirin e. Wekî gotinên: me fikra dewleta Kurdistanê avêtiye sergoyê! (Hatip Dicle, hevserokê KCD).

*****

Rastiyek gelek dewlemend, heman demê ewqas diltezîn, dilêş û trajedîk a Kurdan heye. Bi ser hemû van êş an de, têkoşînek berxweder û dozek rewa, serwerên binirx, pêşengên mêrxas, dadwer û gelek hêja.

Li her çar perçeyên Kurdistanê jî lehengên neteweyî-demokrat ên Kurd, ji bo biserxistina doza rewa ya Kurd xebatek berfereh birêve dibin.

Ev xebata pîroz, bi serxwebûna Kurdistanê dê biserkeve. Al a Kurdistanê, ku pêşewayê nemir Qadî Mihemed dayî destê Serokê nemir Mistefa Barzanî, bi destê Serok Mesud Barzanî, li ser Kurdistanê dê pêl bide!

Ew dem ne dûr e.