Nivîsgeha Tevgera Çaksazî jî hate girtin

Hêzên Asayişê, nivîsgeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê (TÇKS) jî bi “Muhra sor” girtin.

K24 – Qamişlo

Hêzên Asayişê, nivîsgeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê (TÇKS) jî bi “Muhra sor” girtin.

Peyamêrê K24ê li Qamişlo ragihand, di çarçoveya girtina nivîsîngeh û navendên partî û saziyên civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayişa Rojava ve, nivîsgeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê ya li Qamişlo bi “Muhra sor” hate girtin.

Roja 13 Adarê Desteya Navxwe li Cizîrê Kenan Berekat hişyariyê da partiyên siyasî yên Kurd, heger di 24 demjimêran de muhletan wernegirin, dê ji aliyê hêzên asayişê ve bêne girtin.

Ji piştî wê biryara Desteya Navxwe li Cizîrê ve, piraniya baregeh, navendên ENKSê û partî û rêxistinên ser bi wê ve hatine girtin.

Li gorî zanyariyên ENKSê hejmara navend û nivîsîngehên hatine girtin li ser asta tevaya Rojavayê Kurdistanê gihiştiye nêzî 50 nivîngehî.