Bayik: Dibe AKP operasyoneke bejahî li Qendîlê bike

Hevserokê Konseya Rêveberî ya KCKê Cemîl Bayîk dibêje, hikûmeta AK Partî ji bo bandor li encamên referandûmê bike, dibe ku operasyoneke bejahî li Qendîlê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêveberî ya KCKê Cemîl Bayîk dibêje, hikûmeta AK Partî ji bo bandor li encamên referandûmê bike, dibe ku operasyoneke bejahî li Qendîlê bike.

Bayîk da xuyakirin, Tirkiye li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê êriş li Kurdan dike û dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan tune bike.

Bayîk da zanîn, ji ber tengavbûna hundir, referandûm û stratejiya nû, dibe ku Tirkiye êriş li Qendîlê bike, lê  PKK hemû amadekariyên xwe kirine û planên xwe danîne.

Bayîk ji Kurdan û eniya demokratîk xwest di referandûmê de dengê "Na" bikar bînin. Heger encamê referandûmê "Na" be, dibe ku li Tirkiyê guhertinên bingehîn nebin, lê eniya şerxwaz dê derbeyeke mezin bigre.

18 xalên destûra Tirkiyê ku di parlamentoyê de hatin guhartin û pejirandin, biryar e roja 16 Nisanê derbasî referandûmê bibe.