Tirkiye gundên Efrînê topbaran dike: 10 qurbanî

Berdevkê YPGê dibêje, ji encama topbarankirina topxaneya Tirkiyê ji gundên Efrînê re 10 kesên sivîl bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê YPGê dibêje, ji encama topbarankirina topxaneya Tirkiyê ji gundên Efrînê re 10 kesên sivîl bûne qurbanî.

Berdevkê YPGê Rêdûr xelîl ji ajansa “Reuters” re ragihand, ku artêşa Tirkiye îro ji demjimêr 8 sibehê ve dest bi topbaranakirina gundên Efrînê kiriye û heta niha 10 welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Li gor Rêdûr Xelîl hîn jî toparan berdewam e. Herwiha Rêdûr Xelîl got jî, ji mafê YPGê ye jî ku di çarçova berevaniya xwe de, bersiva wê êrîşê bide.

Îro ji danê sibê ve, topxaneya Tirkiyê gundên Xelîl Gulko, Çeqela û Senarê yên navçeya Şiyê. Gundê Memila, Şediya û pira Heşargê yên navçeya Raco û gundê Mile Xelîl û Nisiriyê yên navçeya Cindirêsê topbaran dike.