Li Bazîdê pasajên dîrokî û navdar ber bi têkçûnê ve diçin

Li Bazîda ser bi Agiriyê ew sukên dîrokî yên sergirtî ku bi salan in serkêşiya aboriya bajêr dikin di van demên dawîn de bi sedema geşedanên neyînî yên giştî danûstandina wan wek berê nabe û pîşekar ji ber vê yekê gelek bi fikar in.
kurdistan24.net

 

K24 – Agirî

Li Bazîda ser bi Agiriyê ew sukên dîrokî yên sergirtî ku bi salan in serkêşiya aboriya bajêr dikin di van demên dawîn de bi sedema geşedanên neyînî yên giştî danûstandina wan wek berê nabe û pîşekar ji ber vê yekê gelek bi fikar in.

Pasajên Bazîda Agiriyê ji berê ve li herêmê bi nav û deng in û ew pasaj di navbeyna salên 1969 û 1972an de hatine çêkirin. Sînorê Bazîdê bi Îranê re ye û deriyê Gurbulak li vir e ku deriyê herî mezin yê duyemîn yê Tirkiyê ev derî ye. Danûstandin jî bi piranî di ser vî deriyî re pêk dihatin û hemû berhemên bazirganiyê jî ji vê derê li bajarên derdorê belav dibûn.

Herwiha bi Azerbaycan, welatên Qefqas û Rojhilata Navîn re jî têkilî hebûn û gelek berhemên ku ji van deveran tên li bajêr tên firotin û ev yek jî giranbihabûna pasajên Bazîdê bilindtir dikir. Di demên raborî de li van pasajan ji Darînên Hindî heta amûreyên Çinî her tişt hebû, lê ew germahiya berê niha nemaye û her diçe pasaj bêkêr dibin. Ev yek her diçe bandoreke neyînî li ser jiyana pîşekaran jî dike.

Dikandar Nacî Çelîk ji K24ê re di vê derbarê de wiha axivî: "Temenê min 47 e. Ez ji xelkê vî welatî me. Pasaja me di sala 1972an de çêbûye karê me zêde tune. Beriya 10 - 15 salan kar gelek baş bû, lê niha tune. Gel mexdûr e û tiştek ji destê kesî nayê tenê bajarên rojavayî hene û li wir jî karûbarekî baş nîn e; ji ber wê hemû kes li vir li ser serê hev de ne û betal in.”

Bajarê Bazîdê li ser Rêya Armûşê ye û bi vê taybetmendiya xwe bi salan pêşengiya bazirganiyê ya herêmê jî kir. Lê ji ber şer, pevçûn û geşedanên dawîn li deverê deriyê sînor jî hate girtin û rewş her çû xirabtir bû. Geştyar kêm bûn, nirxê dolar zêde bû û vê yekê jî bi xwe re qeyraneke aborî peyda kir û li pasajên dîrokî gelek pîşekaran dikanên xwe ji neçariyê girtin.

Herwiha Dikandar Alî Ceyhan jî dibêje: "Ev 30 sal e em di vê pasajê de ne. Li her deverên Tirkiyê însan dihatin li cem me, lê îro jî tu kes nayê û em ji sibê heta êvarî betal rûdinin. Em hefteyekê carekê an jî du caran an siftehê dikin an nakin û êvarî rê dikevin diçin malê. Deriyê sînor girtî ye û nahêlin qirşek were, lê karê me jî li ser derî ye û îcar em ê bi ku derê de her in?”

Li gorî bîr û boçûnên pîşekaran eger ev rewşa neyînî bi vî awayî berdewam bike nêzikî 10 pasajên mezin ên dîrokî wê deriyê kargehên xwe bigirin û bi sedan dikandar jî wê mexdûr bibin. Li deverê koçberiyeke mezin jî rû daye û ji bo çareseriyan herkes li benda rewşeke aram e.