PDK-S: Me kiryarên PYDê ligel Nûneratiya Kurdistanê li Berlînê gotûbêj kir

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Berlînê ligel Nûnêratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê astengiyên welatiyên Kurdistana Sûriyê yên li ser destê desthilata defako dibînin û pirsa serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Berlînê ligel Nûnêratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê astengiyên welatiyên Kurdistana Sûriyê yên li ser destê desthilata defako dibînin û pirsa serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dike.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Nafê Beyro ji K24ê re ragihand, li Berlînê şandeke PDK-Sê ku ji Endamên Polîtbîroya PDK-Sê Ebdilbasit Hemo û Nafê Beyro ve pêk dihat, ligel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa Dilşad Barzanî civiyan.

Li gor Beyro, astengiyên welatiyên Kurdistana Sûriyê yên li ser destê desthilata defako dibînin, bi taybet valakirina herêmên Kurdî, qedexekirina kar û çalakiyên partiyên siyasî, girtina siyasetmedaran, revandina xortan bo leşkeriya neçar, gotûbêj kirin. Bi taybet jî kiryarên vê dawiyê yên hêzên ser bi PYDê ve.

Ji roja 3 Adarê ku li Şingalê alozî di navbera hêza Pêşmerge û PKKê de derketibû, grûpên nenas êrîşî ser baregeh û navendên ENKSê û partî û rêxistinên di nava wê de kirin û şewitandin. Herwiha hejmarek ji endam û serkirideyên wan ji aliyên hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin binçavkirin.

Herwiha pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê, asankirina serdana Kurdên li Ewropa dimînin bo Herêma Kurdistanê û hin pirsên din jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, Berpirsê Liqê Şeşemîn yê PDK û Endamê Komîta Şêwirmendiyên ya PDK-Sê Hisên Mihemed jî beşdar bûn.