Cenêv.. De Mistura ligel hemû şandan dicive

Gera 5 ji danûstandinên Cenêvê ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê di roja xwe ya sêyem de berdewam e û hîn ti encamên berçav nehatine xuyakirin. Biryare îro Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura digel şanda rêjîma Sûriyê careke din bicive, piştre jî digel şanda opozisyonê jî bicive. Herweha digel opozisyona maseya Qahîra û Moskiyê re jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duh, De Mistura piştî civînîn xwe gotibû, ew pêşbîniya ti encamên ne asayî nake û bang li welatên piştgir ji agirbestê re Rûsiya, Îran û Tirkiyê kir ku hewlên xwe bikin da ku agirbest were bicîkirin û agirbest neyê binpêkirin.

Beriya nih jî serokê şanda hikumetê Beşar Ceferî gotibû ewê di van civînan de bêhtir mijara terorê gotûbêj bike û hin pêkhateyên opozisyona çekdar bi komên terorist binav kiribû.

Opozisyon jî dibêje, ewê mijarên veguhestina siyasî û destûreke nû û pêkanîna helbijartinan gotûbêj bike û nabe ti roleke Esed di pêşeroja Sûriyê de hebe.

Ev di demekê de ye ku, şer bi giranî hîn li ser erdê berdewam e û li derdora Şamê carina hêzên rêjîmê û carina çekdarên opozisonê pêşketinan bidest dixin. Herwiha her aliyek jî aliyê din bi binpêkirina agirbestê tuhmet bar dike û bi navê beravaniya li xwe  bersiva êrîşên aliyên din dide.