Brîtanya amade ye li dijî PKKê, hevkariya Tirkiyê bike

Brîtanya aşkere dike, ji piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê, ew dixwazin pêwendiyên bihêz û dirêj ligel Tirkiyê hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya aşkere dike, ji piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê, ew dixwazin pêwendiyên bihêz û dirêj ligel Tirkiyê hebe.

Di çarçova civîna Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ragihand, Brîtanya dixwaze pêwendiyên bihêz ligel Enqere bike, heta ji piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê.

Erdogan û Boris Johanson di çarçova Korbenda “Zimanê Xweş” de ya ku li bajarê Antalyaya Tirkiyê roja 24 û 25 Adarê birêve çûbû, li hev civiyan û pêwendiyên di warên bazirganî û aboriyê gotûbêj kirin û tekezî jî li ser hevkariya rûbirûbûna terorê li Sûriye û Iraqê kirin.

Johnson hêvî xwast ku Tirkiye û welatên din yên Ewropa di nêzîktirîn dem de pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin.

Herwiha Johnson aşkere kir, Brîtanya hevpeymaneke girîng ya Tirkiyê ye di şerê li dijî terorê de û amade ye hevkariya Enqerê di şerê li dijî PKKê de bike.