Amerîka wê operasyona Reqayê bi Tikiyê re an YPGê re bike?

Biryar ji bo operasyona Reqayê hate wergirtin ku dest pê bike. Gelo Amerîka bi YPGê re operasyona Reqayê bide destpêkirin wê Tirkiye çi bike? Pispor û siyasetmedar di vê derbarê de bîr û boçûnên xwe rave kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Biryar ji bo operasyona Reqayê hate wergirtin ku dest pê bike. Gelo Amerîka bi YPGê re operasyona Reqayê bide destpêkirin wê Tirkiye çi bike? Pispor û siyasetmedar di vê derbarê de bîr û boçûnên xwe rave kirin.

Tirkiye di demeke zor giran ya siyasî û leşkerî re derbas dibe. Li aliyekî referandum li aliyê din jî qeyrana digel welaten Ewropayê. Bi ser de jî nîqaşên derbarê operasyona Reqayê de -her çiqas Tirkiye li dij derkeve jî- ku tê îdiakirin di şuna Tirkiyê de wê Amerîka bi YPGê re vê operasyonê bide destpêkirin.

Li gorî pisporê ewlekariyê û Rojhilata Navîn Abdullah Agar her çiqas Tirkiye di operasyona Reqqayê de bê domînekirin jî di plana CENTCOMê de ji bo Tirkiyêdestûr hatiye dayîn ku 20 kîlometreyan bi nava Sûriyê de biçe. Dema ku Tirkiye ji operasyona Reqayê bê dûrkirin gelek qoz hene di deste Tirkiyê de ku wê piştî referandûmê derxe pêş.

Pisporê Ewlekarî û Rojhilata Navîn Abdullah Agar  ji K24ê re got jî: “Tirkiye dema ji Reqqayê bê domînekirin wê hewlên xwe li cihên din biceribîne. Wek Minbîç û Efrînê. Bi baweriya min Amerîka li Reqqayê nikare bi ser bikeve. Lê ev yek jî rastiyeke ku wê têkoşîneke bixwîn dest pê bike li Reqqayê. Operasyona ku PKK di navê de hebe wê li Reqqayê jî bi awayekî erênî neyê pêşwazîkirin. Ji ber ku çanda Ereban û ya PKKê li hev nake. Ji bo aştî û aramiyê PKK li wir ne çareseriye. Havîna îsal wê gelekî germ derbas bibe. Di qeyrana Sûriyê de aliyê jeopolîtîk yê dinyayê wê bigîhere. Sûriyê di qada cîhanê de rê li ber şikestineke mezin vekir. Tirkiye jî wê li gorî vê lîstikê bilîze.”

Berewajî Abdullah Agar, Pisporê Rojhilata Navîn Bahadir Selîm Dîlek dibêje; Dema Amerîka bi YPGê li Reqqayê operasyonê dest pê bike Tirkiye dikare çi bike? Tiştekî jî nikare bike û divê neke jî. Hîna têkîliyeke pratik ya Erdogan bi rêveberiya Trump re nehatiye danîn. Wê Tirkiye ligel Trump jî karibe leşkerên xwe bişîne Reqqayê? Na niakre. Helwesta Tirkiyê ya Reqqayê digel operasyona El Babê gelekî bi problem e.

Nivîskar û Rojnameger Bahadir Selîm Dîlek dibêje: “Li Bab û Minbiçê Rûsya derkete pêşberî Tirkiyê. Vê carê Tirkiyê berê xwe da Reqqayê. Lê hem Rûsya hem jî Amerîka lîstika xwe bi YPGê re datînin ne bi Tirkiyê re. Tirkiye heta êvarî ji YPGê re bila bibêje berdewama PKKê ye. Tirkiye çi dibêje ne giring e, ya giring Amerîka, Awrûpa û Rûsya Tirkiyê çawa dibinin. Tirkiye nekarî niha li dij hevkariya wan ya bi YPGê re rabe. Beriya her tiştî di politikaya derve ya Tirkiyê de tiştek di rê de neçû. Li Antoliya Navîn gotinek heye, ji devehê pirsîne, “Çima sitûyê de xwahre?” wê jî gotiye; “Ma kî der amin rast e?”

Tirkiye teqez li dij bikaranîna YPGê ya di operasyona Reqqayê de radiweste, lê pêşî hêzên YPGê bi helîkopterên apachî yên Amerîkayê derbasî Tebkayê bûn. Herî dawîn jî digel HSDê hêzên YPGê di ser çemê Firadê re tanq û çekên giran ku wê di operasyona Reqqayê de bikarbînin derbas kirin. van wêneyan jî bi berfirehî di çapemeniya cîhanê de cih girt. Niha çavê herkesî li Tirkiyê ku wê piştî referandûmê helwesteke çawa diyar bike li herêmê.