Nexşerêya YNKê hate pesendkirin

Piştî çendîn civîn û pêdeçûn bi nexşerêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di civîna îro de Encûmena Navendî yaw ê partiyê ew nexşerê pesend kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Silêmanî

Piştî çendîn civîn û pêdeçûn bi nexşerêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di civîna îro de Encûmena Navendî yaw ê partiyê ew nexşerê pesend kir.

Di konferanseke rojnamevanî de Berdevkê Encûmena Navendî ya YNKê Letîf Nêrweyî ragihand, di civîna îro de bi piraniya dengan nexşerêya YNKê hat pesendkirin.

Îro Encûmena Navendî ya YNKê bo guftûgokirin li ser nexşerêya YNKê ya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê civiyan û deng li ser wê nexşerêyê dan.

Ev yek di demekê de ye, biryar e piştî pesendkirina nexşerêya YNKê ya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, serdana aliyên siyasî yên herêmê bike û nexşerêya xwe bike bingehek bo guftûgoyan.