Leşkerekî Tirk li Colemêrgê hate kuştin

Leşkerekî Tirk li navçeya Gever a Colemêrgê di operasyonan de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerekî Tirk li navçeya Gever a Colemêrgê di operasyonan de hate kuştin.

Hat ragihandin, li navçeya Gever a Colemêrgê li herêma Çiyayê Satê di operasyona dijî PKKê ya bi navê ‘Operasyona Leşker İhsan Ejdar' de li devera Duztepeyê dema leşkeran amûrên leşkerî ji helîkopterê datanîn rastî êrişa çekdarî hatin.

Di encama êrişê de leşkerekî artêşa Tirk birîndar bû.

Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, lê di gel hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

Ji aliyê din ve li gorî îdîaya walîtiyê, di operasyonan de heta niha 22 endamên PKKê di şer û pevçûnan de canên xwe ji dest dane.