2 filmên Yilmaz Gûney, wek 2 filmên herî baş hatin hilbijartin

2 filmên Yilmaz Gûneyê ku wekî derhêner, senarîst û aktorekî navdar yê Kurd tê zanîn di mêjûya sînemaya Tirkiyê de wekî 2 filmên herî baş hatin hilbijartin. Di lîsteya ku ji aliyê lijneyeke ji derhêner, lîstikvan û rexnegerên sînemayê pêk tê ve hate diyarkirin de, di nav 100 filmên herî baş de filmê bi navê "Umut"anku "Hêvî" yê derhênerê Kurd Yilmaz Gûney wekî filmê sereke, yê bi navê Yol anku "Rê" jî wekî filmê dûyemîn hat hilbijartin
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

2 filmên Yilmaz Gûneyê ku wekî derhêner, senarîst û aktorekî navdar yê Kurd tê zanîn di mêjûya sînemaya Tirkiyê de wekî 2 filmên herî baş hatin hilbijartin. Di lîsteya ku ji aliyê lijneyeke ji derhêner, lîstikvan û rexnegerên sînemayê pêk tê ve hate diyarkirin de, di nav 100 filmên herî baş de filmê bi navê "Umut"anku "Hêvî" yê derhênerê Kurd Yilmaz Gûney wekî filmê sereke, yê bi navê Yol anku "Rê" jî wekî filmê dûyemîn hat hilbijartin

Li Tirkiyê di mêjûya sînemaya Tirkî de 100 filmên herî baş hatin hilbijartin. Di lîsteya ku ji aliyê lijneyeke ji derhêner, lîstikvan û rexnegerên sînemayê pêk tê ve hate diyarkirin de, filmê bi navê "Umut"anku "Hêvî" yê derhênerê Kurd Yilmaz Gûney wekî filmê sereke hat hilbijartin.

Filmê ku di sala 1970an de Yilmaz Gûney wekî Senarîst, derhêner, berhemhêner û lîstikvanê sereke tê de cî girtî di dîroka sînemaya Tirkiyê de wekî xala werçerxane tê dîtin. Di filmî de zilamekî ku debara xwe bi paytonvaniyê dike li erebeyekê di qelibe û hespê wî dimire piştre jî bo debara xwe, dikeve pey gêncîneyeke. Film li Tirkiyê gelekî deng veda bû û piştre jî hatibû qedexekirin.

Di nava van 100 filman de filmê dûyem jî dîsa filmê Yilmaz Gûney yê bi navê Yol anku "Rê" bu ku ev film jî di sala 1982an de hatibû çêkirin û di Festîvala Filman ya Kanê de Gûney bi vî filmî Palmiyeya Zêrîn wergirtibû. Yilmaz Gûney di vî filmî de hem wekî senarîst hem jî di gel Şerîf Goren wekî derhêner kar kiribû. Lîstikvanê sereke yê filmî jî Tarik Akanê ku van mehên dawiyê jiyana xwe ji dest dayî bû. Di filmî de çîroka 5 girtiyên ku di destûra cejnê de ji hepsê derketine tê vegotin. 

Di filmî de Seyît Elî dibihîze ku jina wî di warê namûsê de rûreşiyek kiriye û ew jî bo ku sizaya jina xwe bidiyê diçe gundê xwe. Li gor dab û nerîtan divê Seyît Elî jina xwe bikuje lê ew jina xwe dike pişta xwe û di gel berf û bahozê hewl dide ku wê ji gund derbixe. Filmê ku bi dîmenên xwe yên di nav berfê de deng dayî, li Tirkiyê gelek caran hatibû qedexekirin.

Hûseyîn Karabeyê ku di nava lijeneya 100 kesî de cî girtî diyarkir ku di lîsteya wî de jî filmên "Umut" û "Yol" di heman rêza yekemîn de bûn.

Hûseyîn Karabey ji K24ê re jî wiha axivî:"Ji ber ku ev her du film wekî filmên sereke hatin hilbijartin ez gelekî pê şanazim. Ev herdu film di lîsteya min de jî bi heman awayî cî digirtin. Bi ya min di warê sînemageriya serbixwe de filmên newaze û bêhempa ne."

Karabey bal kişand ser filmên Gûney û got: di gel ku Ji 40 salan zêdetir dem li ser van filman re boriye lê ev film bi naveroka xwe niha jî di rojevê de ne. Herwiha Karabey got; Yilmaz Guney derhêner, senarîst û aktorekî bêhempa bû.

Herwiha Hûseyîn Karabey got jî: "Di gel ku Yilmaz Gûney wan deman bi nasnameya xwe ya polîtîk dihate zanîn lê ew di mêjûya sînemageriya Tirkiyê herwiha ya cîhanê de jî xwedî cihekî bêhempa ye. Çi dema ku ez bo festîvalan diçim derveyî Tirkiyê û di gel derhênerên biyanî dicivim bi piranî navê ku herî pêşî ji min dipirsin Yilmaz Gûney e."

Karabey da zanîn ku; di nêzîk dem de li ser jiyana Yilmaz Gûney dê filmekî çê bike.