Fîlmekî nû li ser rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de

Derhêner û nivîskarê Fransî Bernard Henri Levy fîlemkî din li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de berhem dide.
kurdistan24.net

K24 – Amerîka

Derhêner û nivîskarê Fransî Bernard Henri Levy fîlemkî din li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de berhem dide.

Derhênerê bi navûdeng yê Frasnî di fîlmekî nû derbarê şerê Mûsilê de dibêje, heger Pêşmerge nebûya, efsaneya DAIŞê nedihat têkşikandin û aramiya cîhanê jî nedihat parastin.

bernard henri levy berê jî fîlmek bi navê “Pêşmerge” li ser rola Pêşmerge di şerê li dijê DAIŞê de berhem anîbû û wî fîlmî çendî xelatên navdewletî wergirtibû.

Lê vê carê fîlmekî derbarê rola Pêşmerge di operasyona Mûsilê de berhem tîne, ku di 17 Cotmeha 2016an hêza Pêşmerge piraniya navçeyên derdora Mûsilê rizgar kiribû û rê li pêş hêzên Iraqî vekiribû, da ku biçin nava bajarê Mûsilê.