8 sal û 9 meh zîndan bo Şaredarê Dêrsimê

Dadgeha Cezaya Giran ya Dêrsimê, 8 sal û 9 meh cezaya zîndankirinê da Şaredarê Dêrsimê Mihemed Elî Bul.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Cezaya Giran ya Dêrsimê, 8 sal û 9 meh cezaya zîndankirinê da Şaredarê Dêrsimê Mihemed Elî Bul.

Şaredarê Dêrsimê Mihemed Elî Bul ku ji kar hatibû dûrxistin û şûna qeyûm hatibû danîn derket pêşberî dadgehê.

Bul ku niha, bi tometa endamtiya PKK li girtîxaneya Kocelî ye bi rêya vîdeokonferansê beşdarî rûniştina dadgehê bû.

Bul da xuyakirin, ew beşdarî çalakiyên parastina xwezayê û merasîma cenazeyan bûye û doznameya ku derbarê wî de hatiye amadekirin ji rastiyê dûr e û şahidên nepenî jî rast nabêjin û daxwaza azadkirina xwe kir.

Dadgeha Cezaya Giran, ji ber daxuyaniyên çapemenî û civînan, bi tometa endamtiya rêxistina terorê 8 sal û 9 meh cezaya zîndankirinê da Mihemed Elî Bul.