Opozîsyon li dijî koçkirina xelkê Zebedanî û Medaya radiweste

Hat ragihandin ku amadekariya rêkeftinekê tê kirin, li gor wê rêkeftinê dê xelkê Zebedanî û Medayayê ji bajarokên xwe bên derxistin û li cihê wan xelkê herdu bajarokên Şî'î Kefreya û Foa bên bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku amadekariya rêkeftinekê tê kirin, li gor wê rêkeftinê dê xelkê Zebedanî û Medayayê ji bajarokên xwe bên derxistin û li cihê wan xelkê herdu bajarokên Şî'î Kefreya û Foa bên bicihkirin.

Li ser vê rêkeftinê, Desteya Bilind a Danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de ev rêkeftina li çar bajarokên Sûriyê ya parêzgeha Şamê bi “Tawan” binav  û daxwaza rawestandina vê tawanê kir.

Opozîsyonê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ev biryar guhertina demografî û koçkirina bi darê zorê ye. Îran û Hizbulaha Libnanî li gor berjewendiyên xwe û li ser bingeheke taifî proseyên koçkirina bi zorê li welêt dikin.  

Desteya Bilind ya opozîsyona Sûriyê diyar kir jî, ev proseyên koçkirina bi zorê, ne rewa ne û li dijî yasa û biryarên navdewletî ne. Herwiha armanc jê têkbirina proseya çareseriya siyasî ya li Sûriyê ye.   

Herwiha Deseteya Bilind daxwaz ji NY, civaka navdewletî û Kamkara Erebî kir  ku vê proseyê şemezar bikin û alîkariya xelkê Zebedanî û Medaya bikin û gavên pêwîst bavêjin da ku ev prose bê rawestandin.