PSK û PAK: Destûreke federal û demokrat dixwazin

Li ser referandûmê ya ku guhertina 18 xalên destûra Tirkiyê dihewîne û 16'ê Nîsanê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê dê pêk were 2 partiyên Kurdistanî li Stenbolê li hev civiyan. Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku bo referandûmê biryara boykotê dane ragihandin ku ji bo Kurdên Bakur tercîha wan destûreke federal û demokrat e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li ser referandûmê ya ku guhertina 18 xalên destûra Tirkiyê dihewîne û 16'ê Nîsanê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê dê pêk were 2 partiyên Kurdistanî li Stenbolê li hev civiyan. Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku bo referandûmê biryara boykotê dane ragihandin ku ji bo Kurdên Bakur tercîha wan destûreke federal û demokrat e.

Partiya Azadiya Kurdistan û Partiya Sosyalîst a Kurdistan der barê referandûmê de li Stenbolê di konferansekê de helwest û nêrîna xwe bi raya giştî re parve kir. Her du partiyên Kurdistanî ku referandûmê boykot dikin dest nîşan kirin xalên destûrê ku di referandûmê de tên guhertin bi Kurdan ve têkîldar nîn in.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek diyar kir, di nav xalan de eger ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çend xal hebûyana wê demê Kurd dê bigotana erê.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesûd Tek ji K24ê re wiha axivî: “Eger ev referandûm ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bihata kirin yan jî xizmetê miletê Kurd bikira ez bawer im Kurd wê piştgiriyê bida. Lê belê tiştek jî ji bo Kurdan tune. Ji ber vê yekê bo Kurdan baştir e ku referandûmê boykot bikin û neçin ser sindoqan.”

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mistefa Ozçelîk jî amaje kir bo guhertina 18 xalan ligel sazî û partiyan Kurdan nehatiye şêwirandin û xalên tên guhertin jî qala Kurdan nake.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan Mistefa Ozçelîk ji K24ê re got jî: “Me got ji bo ku em destûra tê guhertin û destûra heyî jî ku qed behsa Kurdan nakin protesto bikin. Em miletek in em welatek in. Hûn me nahesîbinin, bêyî me ku bi me re naşêwirin di nav xwe de guhertina destûrê dikin û me tune dihesîbinin û tiştê ku dikin jî tê de maf û azadiya me ya Kurdan tunebe em ê jî referandûmê protesto bikin.”

PAK û PSK ku li ser referandûmê helwesteke hevbeş nîşan didin bang li hemû sazî û rêxistinên Kurdan kirin ku di vê referandûmê de bibin yek û helwesteke hevbeş nîşan bidin da ku daxwazên milletê Kurd werin cîbicîkirin.