Johnson: Ji bilî rêjîma Sûriyê ti kesî berpirsyar nabînim

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê rêjîma Sûriyê bi encamdana êrîşa bi çekê kîmayî li Idlibê tumetbar dike û dibêje, nabe Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê rêjîma Sûriyê bi encamdana êrîşa bi çekê kîmayî li Idlibê tumetbar dike û dibêje, nabe Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson îro dema gihêştina wî bo civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê got: “Li gor me, nabe ev rêjîma hovane wek desthilat li ser gelê Sûriyê bimîne, piştî bidawîbûna krîza li wî welatî.”

Herwiha Johnson got, divê berpirsên êrîşa bi çekê kîmawî bê cezakirin. Got jî, wî ti belge nedîtine ku aliyekî din ji ber vê êrîşê de berpirsuyar be, ji bilî rêjîma Sûriyê.

Duh danê sibê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.