ENKS: Tevî krîza nameyê, em ê ji opozîsyonê venekêşin

ENKS ligel berpirsên Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de kêşeya nameya ku ji aliyê ENSK ve bo Nûnerên Taybet ê Neteweyên Yekbûyî De Mistura re dê bihata şandin lê ji aliyê desteya bilind a opozîsyonê ve hat astengkirin hat axaftin. Hat ragihandin ku tevî kêşeya digel desteya bilind ENKS ji nav opozîsyonê dê venekêşe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

ENKS ligel berpirsên Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de kêşeya nameya ku ji aliyê ENSK ve bo Nûnerên Taybet ê Neteweyên Yekbûyî De Mistura re dê bihata şandin lê ji aliyê desteya bilind a opozîsyonê ve hat astengkirin hat axaftin. Hat ragihandin ku tevî kêşeya digel desteya bilind ENKS ji nav opozîsyonê dê venekêşe.

Berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê li hev civiyan. Di hevdîtinê de ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin, mijara sereke nakokiya navbera ENKS û Desteya Bilind a Opozîsyonê bû.

ENKS hefteya borî li Cenevê ji bo parastina mafên Kurdên li Sûriyê û ji bo nunertiya Kurdan nameyek nivisîbû ku ji Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî De Mistura re bê şandin lê Desteya Bilind a Opozîsyonê nehiştibû ku name bê şandin li ser vê di navbera her du aliyan de rageşiyek rû dabû.

Serokê ENKS'ê Îbrahîm Biro diyar kir tevî kêşeya navbera wan a digel desteya bilind ligel opozîsyonê hevkariya xwe berdewam dikin.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re jî wiha axivî: “Tu pirsgirêkên me digel opozîsyonê tune ne, bes di navbera desteya bilind û ya me de gengeşiyek rû da. Opozîsyon jî naxwaze ku ENKS tena serê xwe be. Daxwaza me ew bû ku em wek nûnerê Kurdan li Cenevê amade bin û dokumenta Londonê de hin guhertin çêbibin. Aliyên opozîsyonê jî daaxwazên me maqûl dibînin.

Cîgirê Serokê Opozîsyonê Abdulhakîm Beşar ku serperîşyiya civînê kir ragihand ku der barê rageşiyê de hêj neçûne serî lê koalîsyon helwesteke zelal divê nîşan bide.

Cîgirê Serokê Opozîsyonê Abdulhakîm Beşar got: “Ligel koalîsyonê me guftûgo kir. Em dixwazin ew jî rêyek an helwestek diyar bikin da ku ev mesele safî bibin. Çimkî em bi hev re kar dikin û di navbera me de peymanek heye. Ji koalîsyonê tê xwestin ku bila ji ENKS re bêjin em rêzê digirin bo biryara we.”

Abdulhakîm Beşar diyar kir ji bo mafên Kurdên li Sûriyê ew amde ne ku digel hemû kesên têkîldar guftûgoyê bikin. Li gorî Beşar yekane çare ji bo pêşeroja Sûriyê