Pêwendiyên ENKS û opozîsyona Sûriyê bi kû ve diçin?

Pirsgirêkên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Îtîlafa opozisyona Sûriyê berdewam dikin, nemaze derbarê danpêdana bi mafê gelê Kurd di Sûriyê de
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Pirsgirêkên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Îtîlafa opozisyona Sûriyê berdewam dikin, nemaze derbarê danpêdana bi mafê gelê Kurd di Sûriyê de. Hin şirovekarên siyasî dibînin ku, ta niha nûnerên ENKS'ê di desteya danûstandinan û Îtîlafê de ti destkeftiyên siyasî bi dest nexistine, loma pêwîst e nûnerên ENKS'ê bêne guhertin. Herwiha didin zanîn ku piştî 3 salan ji tevlîbûna ENKS'ê di Îtîlafê de ti guhertin di helwestên serkirdên opozisyonê de çê nebûne û pêwîst e serkirdên ENKS'ê li xwe vegerin.

Ji aliyekî din ve, serkirdên ENSK'ê didin zanîn ku Îtîlafa opozisyonê di belgeyên hevbeş de li ser mafê Kurdan erê kiriye, û helwestên neyênî yên hin serkirdên wê nayê wê watê ku tevahiya opozisyona Erebî heman helwestê li xwe digrin, serkirdên ENKS'ê tekez jî dikin ku pêwîst e ENKS'ê di nava Îtîlafa opozisyonê de bimîne û bi hêztir mafê gelê Kurd biparêze.

Di tebaxa 2013an de ENKS'ê biryar da ku tevlî Îtîlafa opozisyonê bibe, weku çarçoveyeke siyasî piraniya pêkhateyên Sûriyê li xwe digre û di dema serkirdên ENKS'ê dibînin mabûna ENKS'ê di vê çarçoveyê de giringiyeke siyasî ye ji pêşeroja Sûriyê re, hin şopîner dibêjin ku Îtîlafa opozîsyonê mafê Kurdan tune dike û ev yek dê tu hebûnê ji nasnameya Kurdan re di paşeroja Sûriyê de misoger neke.