Komkujiya Idlibê li diyarbekir hate şermezarkirin

Saziyên sivîl ên Diyarbekir bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya ku li Idlîb a Suriyeyê qewimî şermezar kirin. Daxuyaniyê de ji qada naneteweyî hate xwestin ku li hember vê komkujiyê bêdeng neminin û ji Beşar Esad jî hesabê vê bûyerê were pirsîn.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê saziyên sivîl komkujiya Îdlîbê ku bi xaza kîmyewî rû da bû bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Di daxuyaniya ku ji aliye Serokê Komeleya Azad ê Diyarbekir Suleyman Nazlican ve hatî xwendin de hate amaje kirin ku li Îdlîbê bi xaza kîmyewî êrîşek hatiye kirin û di encamê de ji 100’î zêdetir sîvîl hatine kuştin û ji 500’î zêdetir jî kes ji xazê bibandor bûne û wek saziyên sivîl ên Diyarbekir ew vê wehşetê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de berpirsiyarên sereke yên vê êrîşê wek Amerîka û Rûsya hatin dîtin. Di derbarê kuştinên di alema Îslamê de jî hate gotin ku dema mirin li erdnîgariya îslamê be cîhan bêdeng dimîne ; lê dem ali welatên rojava biqewime herkes şermezar dike.