Barzanî: Herêma Kurdistanê amade ye di her rewşekê de alîkariya Mesîhiyan bike

Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye di her rewşekê de alîkariya xwişk û birayên Mesîhiyan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye di her rewşekê de alîkariya xwişk û birayên Mesîhiyan bike.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Roja pênçşem 06.04.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Serokên Tayîfe Mesîhiyên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir li palpiştîkirina mesîhiyan di demên teng de û rûbirûbûna wan gefên man û nemana mesîhiyan kiribûn armanc. Her wiha ji bilî serxweşî li kesukarê şehîdên Pêşmerge pêzanînên xwe ji bo qehremaniya Pêşmerge hebû û li şerê dijî terorîstên Da'îş de pîrozbahiya serkeftinê jî li Serok Barzanî kirin.

Her li vê civînê de şanda Serokên Tayîfe Mesîhiyên Iraq û Kurdistanê gumana xwe ya di derbarê paşaroja navçeyên azadkiriyan û pêşhatên dawî ya meydaniyan kirin û her wiha qonaxa piştî Da'îş bi Serok Barzanî ragihandin.

Li beranber da Serok Barzanî siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê qonaxa piştî Da'îş xisterû û ji bilî balkişandina bi serhildana Da'îş û êrîşa terorîstan ya li ser pêkhatên neteweyî û olî de wê yekê dûpatkir ku hîç demek li gel ewe nebûye ku xuşk û birayên Mesîhî welatê xwe bi cîh bihêlin û her di destpêka şerê Da'îş bi wan ragihandiye ku yan bi pêkve bi azadî dijîn yan pêkve bi serbilindî dimrin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku rewşa aloza qonaxa piştî Da'îş û ragihand ku Herêma Kurdistanê amadeye li hemû rewşek da yarmetiya xuşk û birayên Mesîhiyan bide bo ku paşaroja wan mîsoger bibe û bi dilniyayiyê ve vegerin navçeyên xwe. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste nîştecihên navçeyên azadkirî biryara xwe ya dawî li ser paşaroja xwe bidin û bikarin xwe biparêzin û birêve bibin û di derbarê vê babetê de şîret û rênimayiyên pêwîst xisterû.