PAK Û PSK referandûma Tirkiyê protesto dikin

Rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) referandûma 16’ê Nîsana 2017’an a li Tirkiyê protesto dikin û pêşniyaza destûreke federal a bingehîn li rayedarên Dewleta Tirkiyê dikin. Li ser vê mijarê, herdu partiyên navborî, îro li Diyarbekirê konferanseke hevpar didin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê du partiyên Kurdistanî yên PAK û PSK’ê ve konferanseke li ser referandûma Tirkiyeyê tê lidarxistin. Konferans îro (09.04.2017) demjimîêr di 13:00’an de li otêleke li Deriyê Çiyê tê dayîn. Di konferansa tê dayîn de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Nûrî Sinir dê wekî axaftvan beşdar bibin.

Li gorî rêveberên partiyên navborî, 18 xalên ji bo guherînê pêşkêşî gelen Tirkiyeyê tên kirin, Kurdan tune dihesibînin. Her wiha li gorî nirxandinên rêveberên PAK û PSK’ê di şert û mercên Rewşa Awarte de dê vîna gel bi awayekî asayî dernekeve pêş.