14 sal bi ser rûxandina rêjîma Beisî ya Iraqê re derbas dibe

14 sal bi ser rûxandina rêjîma Beisî ya Iraqê derbas dibe, ku Hevpeymaniya Amerîkî – Brîtanî ya hevbeş di operasyoneke 42 rojî de karîn rêjîma Beis li Iraqê birûxînin û bi hilweşandina peykerê Sedam hisên li meydana Firdews li Bexdayê dawî bi desthilata 34 salan ya rêjîma beis bînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

14 sal bi ser rûxandina rêjîma Beisî ya Iraqê derbas dibe, ku Hevpeymaniya Amerîkî – Brîtanî ya hevbeş di operasyoneke 42 rojî de karîn rêjîma Beis li Iraqê birûxînin û bi hilweşandina peykerê Sedam hisên li meydana Firdews li Bexdayê dawî bi desthilata 34 salan ya rêjîma beis bînin.

Hevpeymaniya Amerîkî – Brîtanî roja 19 Adara 2003an dest bi êrîşa li ser rêjîma Sedam Hisên kirin û di 9 Nîsana 2003an de peykerê Sedam Hisên li meydana Firdews li Bexdayê hate rûxandin.

Roja 10 Nîsanê hêzên hevpeymanan çûne parêzgeha Kerkûkê û roja 15 Nîsana parêzgeha Selahedîn û bajarê Tekrîtê hatin kontrolkirin.

Herwiha di roja 1 Gulana 2003an de, Serokê Amerîka George W. Bush bidawîbûna operasyona leşkerî ya rûxandina rêjîma Beis bi serketin ragihand.

Piştî ewqas sal bi ser rûxandina rêjîma Beis re desbas bûne, ku gelek guhartin bi ser Iraq de hat, lê pirsgirêkên siyasî, abor û pêkvejiyanê hene.

Serkirdayetiya Kurd ku beşdariyeke mezin di avakirina Iraqa nû de kir, niha bijardeyên di ve diçin, ku pirsa referandûm û serxwebûnê bo diyarkirina çarenivîsa Kurd di pêşeroja Iraqê de bûne mijarên girîng yên aliyên siyasî û kolanên Herêma Kurdistanê.